Komîsyon: Di vê hilbijartinê de sextekarî çênabe

Hewlêr (Rûdaw) – Li Iraqê dema hilbijartinên giştî nêzîk dibe. Ne tenê Iraqî lê hemû welatên herêmê, welatên erebî û yên rojavayî li hêviya encamên vê hilbijartinê ne. Di van hilbijartinan de dîsa mijara “sextekariyê” bûye rojev lê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê piştrast dike, ku amêrên dengdanê yên elektronîk rê nadin ti sextekarî çêbibin.

 

Li Iraq û Herêma Kurdistanê, cara yekemîn di van hilbijartinan de ji bo hejmartina dengan dê amêrên elektronîk were bikaranîn.  Ev amêr hejmartina dengan bileztir û hêsantir dike û di nava 2 demjimêran de dengên hemû dengderan hildibijêre û herwiha riya herî guncaw e ji bo rêgirîkirina sextekariyê.

 

Amêra nû di dema dengdanê de demildest dengan dihijmêre û ji hev cuda dike. Heyama dirêjkirina dengdanê qebûl nake û li gorî wê demê kar dike, ku ji bo dengderan hatiye diyarkirin.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê radigîne: “Amerên elektronîkî yên taybet ên hejmartina dengan gihiştine hemû navendên dengdanê yên parêzgehên Iraqê. Herwiha ji bo Herêma Kurdistanê jî 9 hezar amêr hatine şandin.”

 

Amêr li ser dindoqên dengdanê tê bicîhkirin û dema formên dengdanê ji amêr re derbas dibe di cîh de mohrê nas dike. Di heman demê de mohr li ser kîjan lîsteyê hatibe danîn demildest wê dengê ji bow ê lîsteyê hejmar dike. Di encamê de bi şêweyeke data kom dike.  

 

Kompanyaya Miro Sistems a Koreyî li hember 100 milyon dolar 59 hezar û 800 amêr ji bo Komîsyona hilbijartinan amade kiriye. Komîsyon radigihîne, ku ev amêr di nava 2 demjimêran de dengan ji hev cuda dike û kom dike.

 

Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Rizgar Heme Mihyedîn derbarê îdîayên ku dibêjin “kêşeya teknîkî ya van amêran heye”, ji Rûdawê re got: “Amêr 2 caran hatine testkirin û ti pirsgirêkeke wan nîne.”

 

Lê dîsa jî hinek rêxistin û partiyên siyasî ji hêdîbûna înternetê, nebûna elektrîkê di dema dengdanê de û herwiha ji nezanîna karmandên komîsyonê fikaran dikin.

 

Ji bo derbaskirina van fikaran jî Komîsyona Hilbijartinan li pêş çavê balyoz û nûnerên Neteweyên Yekbûyî ev amêr ceriband û serkeftî bû.

 

Sazûmankarê Tora Şems ji bo çavdêriya hilbijartinan Hogir Çeto ji Rûdawê re got: “Ne mumkin e ti partî yan jî aliyek bikare fêlbaziyê li van amêran bike, yan jî bikare destkariya dengan bike. ji ber ku deng di dema dengdanê de rasterast diçe nav datayan.”

 

Komîsyona Hilbijartina hemû amadekariyên xwe kirine û çendîn rê û rêbaz jî danîne ber xwe.

 

Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Hazim Elirdeynî ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo roja hilbijartinan amêrên yêdek jî hene. dema amêrek kar neke tîmên taybet dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Hemû karmendên bajaran jî hatine perwerdekirin û amade ne. Ji bo sextekariyê ti sedem û riyek jî namîne.”

 

Li gorî gotina berpirsên komîsyonê 125 karmend ji bo çêkirin û bikaranîna van amêran hatine perwerdekirin. Herwiha kompanyayê jî 40 pispor amade kirine û bi ser navendên dengdanê de belav kirine.

 

Pênûsa dengdanê ku mohra dengdanê dike ji aliyê amêrê ve tê naskirin û ji bilî wê ti mor û pênûseke din nas nake. Ev pênûs jî ji aliyê kompanyayeke japonî ve hatiye çêkirin.

 

Berpirsên komîsyonê dibêjin ti caran mohra vê pênûsê nayê jêbirin û hewldanên wiha jî hebin ew deng pûç dibe.

 

Li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hezar û 257 navendên dengdanê hene, ku di wan de 7 hezar û 174 sindoq hatine danîn. Ji wan 525 sindoq ji bo dengdana taybet, 391 sindoq ji bo koçberên ku navê xwe li cem komîsyon tomar kirine û 237 sindoq jî ji bo kampên koçberan in.