Xanima yekem a Iraqê: Şîfa sembol e û ji jinên wêrek re cihê şanaziyê ye

02-03-2017
RÛDAW
Nîşan Şîfa Gerdî Şehîd Xanima yekem a Iraqê Ronak Ebdulwahîd Mistefa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xanima yekem a Iraqê û hevjîna serokoamrê wî welatî Ronak Ebdulwahîd Mistefa ji ber şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî peyameke sersaxiyê belav kir.

 

Hevjîna Fuad Mehsûm ê Serokomarê Iraqê, Ronak Ebdulwahîd Mistefa ku hevdem Seroka Rêxistina Jinên Erebî ye jî, di peyamekê de ji ber şehîdbûna rojnamevan û Rêvebera Outputa Rûdawê Şîfa Gerdî, serxweşî li Rûdawê û malbata wê kir.

 

Xanima yekem a Iraqê di peyama xwe de, şehîdbûna Şîfa bi xemeke mezin bi nav kiriye û xembariya xwe ya kûr aniye ziman.

 

Ronak Ebdulwahîd Mistefa serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên şehîd Şîfa Gerdî û hevkarên wê yên di Tora Medyayî ya Rûdawê de û herwiha tevahiya rojnamevanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhana erebî kiriye.

 

Ronak xanimê herwiha pesnê rihê paşxistin û bexşendeyî û ji xwe bawerbûna rojnamevana şehîd, Şîfa Gerdî jî daye.

 

Di beşeke din a peyama xwe de, xanima yekem a Iraqê dide xuyakirin: "Ezmûna rojnamevanî ya wê û xweragiriya wê li hember zehmetiyan û adetên heyî, Şîfa Gerdî kiriye semboleke qurbanîdana pîşeyî û ji jinên aza û wêrek re cihê şanaziyê ye".


Roja şemî 25ê Sibata 2017ê, pêşkêşvan, peyamnêr û Rêvebera Outputa Rûdawê Şîfa Gerdî li Mûsilê, ji ber teqîna bombeyeke DAIŞê, şehîd bû û kameramanê Rûdawê Yûnis Mistefa jî di encama teqînê de bi giranî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst