Wezareta Darayî: Teyf Samî beşdarî hemû civînên bi şandeya Herêma Kurdistanê re bûye

01-02-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Darayî ya Îraq Şandeya Herêma Kurdistanê Teyf Samî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Darayî ya Îraqê red kir ku Teyf Samî civînên bi şandeya Herêma Kurdistanê re terikandibe û got, “Di civînan de guftûgoyeke kûr hatiye kirin da ku bigihîjin çareseriyeke dadmend."

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê îro li ser pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û sererastkirina yasaya budceyê civiyan.

Hatibû îdiakirin ku Wezîrê Darayî yê Îraqê Teyf Samî civîna di navbera şandeyan de ya li ser krîza mûçeyan terk kiriye.

Wezareta Darayî ya Îraqê ragihand ku Teyf Samî di hemû civînên li gel şandeya Herêma Kurdistanê de beşdar bûye û wan behsa çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmend û teqawitbûyên Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Îraqê, piştî ku civîn qediya, Teyf Samî tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina civînekê li Wezareta Darayiyê kiriye da ku lîste, mesrefa salane, mehane û pêkanîna guherînên pêwîst werin zelalkirin.

Du roj in şandeya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye da ku pirsgirêka mûçeyan çareser bike.

Şande bi Teyf Samî û tîma teknîkî ya Wezareta Darayî re civiya.

Berê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku civînên li Bexdayê "erênî" derbas bûne.

Wezareta Darayî ya Îraqê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku komîsyonên hevbeş heta êvarî ji bo lêkolîn û berhevkirina daneyên mûçeyên malnişînan, karmendên bi girêbest berdewam kiriye.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz piştî civînê ragihand ku li gorî çavkaniyekê ku beşdarî civîna di navbera şandeyan de bûye, Teyf Samî ji tîma teknîkî ya Wezareta Darayî xwestiye ku lîsteya mesrefên têkildarî dayîna mûçeyan li Herêma Kurdistanê amade bikin.

Ji ber nakokiyên budceyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku bi salan e berdewam dikin, mûçeyên karmend û teqawidên li Herêma Kurdistanê bi rêkûpêk ji budceya federal nayên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst