Amerîkayê plana derbarê balyozxane û leşkerên li Iraqê aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dibêje, ku ne di plana wan de ye, ku balyozxaneya xwe li Bexdayê vala bikin, yan jî 5 hezar leşkerên xwe ji Iraqê vekişînin.

Pompeo herwiha dibêje, kesên êrîşî ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kirine, Îran piştevaniya wan dike, ku Washingtonê hinek ji wan xistine lîsteya terorê.

Mike Pompeo got, “Tişta ku me dît terorîst bûn, ku piştgiriya wan ji aliyê Îranê ve tê kirin. Hinek ji wan terorîstan ew kes in ku ji aliyê Amerîkayê ve ketine lîsteya terorê û ligel wan ên din jî, ku çûne nav balyozxaneya Amerîkayê gef li deplomatkar û kesên Amerîkî dirust kirine.”

Pompeo herwiha got, “Ev 40 sal in, Komara Islamî ya Îranê kampeynên terorî yên cîhanî encam dide. Xewna wan a etomî heye ku îro karîna wan a meyandina etomê heye. Dema em hatin, rêveberiya berî me gelek pere dabûn, ku li ser Bernameya Etomî bikar hatin. Gelek pere ji bo karê terorî li seranserî cîhanê, ji bo pêşxistina bernameya wan a mûşekî bikar hatin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, “Nerîna rêveberiya Trump bi yekcarê cuda ye. Em guşara rasteqîne dixine ser Komara Islamî ya Îranê. Berdewam jî dibin. Em piştrast jî dikin ku em hemû çavkaniyan ji bo wê yekê, bikar tînin."

Ev gotinên Mike Pompeo di demekê de ne  ku serkirdeyên Ketaib Esaib Ehil El-Heq, Qeys Xezelî û Serokê rêxistina Berdir Hadî Amirî, û Ebû Mehdî Muhendis, roja Sêşemê li pêşiya xwepêşanderan ku êrişî balyozxaneya Amerîkayê dikirin li Bexdayê.