Felûce dikeve bin kontrola çekdaran de

01-01-2014
A+ A-

 

Felûce (Rûdaw)- Çekdaran bajarê Felûce bi temamî û derdora Rumadî kontrol dikin û hêzên polîs ên Iraqê jî bi temamî ji bajarî vekişane.

Cigirê Serokê Encumena Parêzgeha Enbar Falih Îsawî ragihand ku polîsên Felûce bi temamî ji Felûce vekişiyan, piştî ku çekdaran dest danî li ser baregehên wan li wî bajarî.

Falih Îsawî di daxuyaniyekê de ji bo Şefeq News amaje kir ku heta niha nediyare bê ew çekdar ser bi Qaîde ve ne yan çekdarên hozên Enbarê ne.

Ji aliyek din ve navhatî eşkere kir ku wan çekdaran dest danîn li ser navçeyên Seqlawiye, Kerme û çend navçeyên din li derdora bajarê Rumadî.

Cigirê Serokê Encumena Parêzgeha Enbar pêşbînî ji kir ku di çend demjimêrên bên de dê ew çekdar di nava bajarê Rumadî de belav bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst