Îran; Bi kameraya çavdêriyê jinên servekirî tên cezakirin

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûbirûbûna hikûmeta Îranê ligel wan jinên pêbendê hîcabê nabin an servekirî ne, roj bi roj dijwartir dibe. Heta niha hikûmet bi rêya polîsên çavdêriya taybet bi wî karî, wiha rûbirûyê jinan dibû. Lê niha biryara cezakirina wan bi pereyên kaş û bi rêya kameraya çavdêriyê lê zêde bûye.

Sekreterê Navenda Handanê Bo Başiyê û Dûrxistina Ji Xirabiyê ya Îranê, Mihemed Salih Haşimî dibêje, “Kesek li cihên giştî wek metro û wêstgehên otobûsan an cihek ku kes nikare bi başî kontrol bike, kamereya çavdêriyê heye û wêneyê wan kesan digre ku kiryarên xirab dikin an ser vekirî ne, pêwîst nake bên desteserkirin. Wêne ligel karta niştimanî tê berhevkirin û bi pereyekî kaş ê bi bandor tê cezakirin.”

Di dîmenan de xuya dibe ku hejmarek jin bi tohmeta bê hîcab bûne, ji aliyê Polîsên Çavdêriya Hîcabê ve li parkeke giştî li Îranê hatine desteserkirin û bi gefan bo navenda polîsan tên birin.

Di yek sala borî de ev corên tevgera polîsan berdewam di torên civakî de belav bûne û bûye sedema nerazîbûna xelkê. Li gor Maddeya 638 a Destûra Îranê, pêbendnebûna bi hîcabê tawan e û yên pêbendê wê maddeyê nebin, wek tawanbar tên hesabkirin û cezakirin.

Kabîneya Îbrahîm Reîsî bi navê dabînkirina asayîşa civakê, ew desthilat daye polîsan ku ji hemû demeke din dijwartir wê yasayê cîbicîh bikin.

Rawêjkara Serokkomarê Îranê Bo Karûbarê Jinan, Ensiye Xezelî dibêje, “Îrşad tê wateya nesîhetkirinê û tê wê wateyê ku divê asayîş bo jinên civakê bê dabînkirin. Tevger jî divê li gor vê wateyê û birêz bin. Em hêvîdar in ev pirsgirêk bê çareserkirin, ji ber piraniya tevgeran neguncaw in. Cîbicîkirina wê biryarê ne di destê me de ye û di destê hêzên polîs de ye. Lewra nabe pêgeha polîsan bê şikandin.”

Li gor desthilatdarên Îranê, ev tedbîr ne tenê li wan cihên giştî ne ku Navenda Handana Başiyê û Dûrxistina Ji Xirabiyê behs dike. Biryar e li saziyên hikûmetê jî ev tedbîr bên wergirtin û navend behsa wê yekê jî dike ku bilindkirina asta zanistî ya zanîngehan, keç û kur ji hev tên cudakirin û li zanîngehan zêdetir çavdêriya hîcabê tê kirin.

Sekreterê Navenda Handanê Bo Başiyê û Dûrxistina Ji Xirabiyê ya Îranê, Mihemed Salih Haşimî dibêje,“Li zanîngehên me ti asteke zanistî nayê dîtin. Dibe gelek kes newêribin vê yekê bibêjin. Di warê rûhî de jî têk çûye. Çima ji hev neyên cudakirin? Ew jî ne her yek di polekî cuda de, em dikarin yekser zanîngehên keç û kuran cuda bikin wek rêveberiyên serbixwe. Ya balkêş ew e malbat zêde pêşwaziyê li vê biryara me dikin.”

Dibe armanca pêşwazîkirina malbatan li biryara Navenda Handanê Bo Başiyê û Dûrxistina Ji Xirabiyê ya Îranê ev dîmen bin ku rojane di torên civakî de belav dibin û xelk bi vî awayî rûbirûyê hêzên polîs dibin bo kontrola hîcaba jin û keçan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst