Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê re civiya

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê re civiya
Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê re civiya
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Baqir Qalîbaf Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehrana paytexta Îranê bi Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinek pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bêşdarî merasîma sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe doh çûbû Tehrana paytexta Îranê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê di roja duyem a serdana xwe de bo Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê her du alî li ser pêwendiyên Îranê yê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û herêmê axivîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Îranê yê  ligel Îraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş a ji bo parastina aramî û aştiyê ya herêmê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst