Li ser kuştina Heniye ji Îranê peyam: Dê pêwendiyên me bihêztir bike

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li ser kuştina Serokê Hemasê got, "Şehadeta Heniyê dê pêwendiyên me yên nayên şikandin bihêztir bike."

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî sondxwarina merasîma serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Tevgera Hemasê ragihandibû ku Heniye li Tehranê di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî li kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye daxuyaniyek belav kir û got:

"Şehadeta Heniye dê pêwendiyên kûr û nayên şikandin ên di navbera Tehran û Filistînê de kurtir û bihêztir bike."