Li Îranê bêtirî 1 milyon kesên pîr neçarin kar bikin

30-09-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Kar Kal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îranê ragihand, li wî welatî bêtir ji yek milyon kesên pîr neçarin ji bo debara jiyana xwe di wî temenê xwe de kar bikin.

Navenda Amar û Zanyariyên Stratejîk ên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îranê, bi boneya roja cîhanî ya kalan ku 1ê Cotmehê ye, amara kesên kal ên ku li wî welatî dixebitin, aşkere kiriye.

Li gor amarê, kesên kal %9.7 ji akinciyên Îranê pêk tînin, ku dike nêzîkî 8 milyon kesan û rêjeya herî zêde ya kalên li wî welatî, li parêzgehên Gîlan û Mazenderanê ne û kêmtirîn rêjeya kalan jî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ye.

Li Îranê temenê xanenişîniyê 60 sal e û li gor amara Navenda Amar û Zanyariyên Stratejîk ên Wezareta Kar a Îranê, zêdetir ji 1 milyon kes ji kalên wî welatî neçarin ku ji bo dabînkirina debera jiyana xwe kar bikin, ku zêdetir ji %12ê hemû kalên li Îranê dike.

Herwiha heman navendê daye xuyakirin, ku %2.3 ji kalên Îranê jî ku hejmara wan dike 184 hezar kes, dixwazin kar bikin, lê belê derfetên kar nînin û bêkar mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst