Nêçîrvan Barzanî gihîşt Tehranê

Duh li 12:48
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îran Mesûd Pizîşkiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe gihîşt Tehrana paytexta Îranê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî çû Tehranê.

Nêçîrvan Barzanî dê li gel serkirde û berpirsên welatên din beşdarî sondxwarin û destbikarkirina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe.

Li gorî destûra Îranê, serokkomar belgeya destbikarkirinê rêberê Kamara Îslamî ya Îranê wergirt, merasîma sondxwarinê dê bi amadebûna Serokê Dadgeha Bilind, Endamên Encûmena Parastina Destûrê, Serokê Desthilata Dadweriyê û berpirsên din ên niştimanê û leşkerî li Parlamentoya Îranê bê lidarxistin.

Li Îranê 28ê Hezîranê gera yekem a hilbijartinên serokkomariyê hatibû kirin û Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî mabûn gera duyem.

Di gera duyem de Mesûd Pizîşkiyan bi rêjeya ji sedî 53,7an bû serokkomarê 9em ê Îranê.

28ê Tîrmehê di dema merasîma îmzekirina belgeya destbikarinê de ji aliyê rêberê Îranê Elî Xamîneyî ve Mesûd Pizîşkiyan gotarek pêşkêş kiribû û gotibû:

“Hemû ew kesên ku deng dane min an rikaberê min, an jî kesên ku ji ber rexne û gazinan beşdarî hilbijartinan nebûne hêviya guherînê ji min û hikûmeta paşerojê dikin dema bersivdayînê ji îro ve dest pê dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst