Li Îranê dê êdî jin bikaribin bikevine yarîgehan

30-06-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Yarîgeh Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ya Îrane rê da ku jin bikevin yarîgehên futbolê.

Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac îro Înê ragihand ku pirsgirêka çûyîna jinan a ji bo yarîgehên futbolê hatiye çareserkirin û ji aliyê Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ya Îrane ve hatiye pesendkirin.

Li gorî biryarê, komîteyeke ku ji nûnerên Wezareta Navxwe, Wezareta Werziş û Ciwanan, Federasyona Futbolê, saziyên ewlehiyê yên îstixbaratê û Supaya Pasdaran pêk tê dê li ser çawaniya ku jin biçin yarîgehên futbolê biryarê bidin.

Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê dibêje li Kirman, Îsfehan û Ehwazê jin dikarin bikevin yarîgehan lê divê amadekarî bên kirin ku jin bikaribin biçine Yarîgeha Azadî ya Tehranê.

Di sala 2022an de FIFAyê di nameyekê de ji Federasyona Futbolê ya Îranê re ragihandibû, heger rê nedin ku jin derbasî yarîgehan bibin dê tîma neteweyî ya wî welatî ji lîstikên navneteweyî were dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê