Şêwirmendê Serokkomarê Îranê: Netanyahu û hevalbendên wî li 'bakurê Iraqê' têk çûn

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mihemed Merendî Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê medyayî yê Serokkomarê Îranê hişyarî da Îsraîl û hevalbendên wê li "bakurê Iraqê" ku êrîşa wan a têkçûyî li ser kargeheke leşkerî ya Îranê dê encamên wê hebin.

Şêwirmendê medyayî yê serokomariya Îranê hişyariyê dide Îsraîl û hevalbendên wê li "bakurê Iraqê" û ew dibêje “Êrîşa wan a têkçûyî ya li ser kargeha leşkerî ya Îranê dê encamên wê hebin.”

Şêwirmendê medyayî yê serokkomarê Îranê Mihemed Merendî, ku di heman demê de endamê tîma danûstandinên atomî ya wî welatî ligel 4 welatan li Viyanayê ye, Îsraîl û hevalbendên wê bi êrîşa firokeyên bê firokevan li ser kargeha leşkerî ya Îsfehanê tawanbar kir û got "Çalakiya wan a têkçûyî dê encamên xwe hebin, û têkçûn jî cezayên xwe hene."

Şeva 28-1-2023 li bajarê Îsfehanê kargeheke leşkerî hate armanckirin. Piştre artêşa Îranê ragihand ku êrîş bi 3 firokeyên bê firokevan pêk hatiye, yek ji wan bi sîstema dijî mûşekî ve hatiye teqandin û 2 firokeyên din jî ketine destê sîstema berevaniya navendê û neçar bûne xwe biteqînin.

Artêşa Îranê ev êrîş weke "biserneketî" bi nav kir û diyar kir ku di êrîşê de tu ziyan negihiştiye sazî û çalakiyên civakê. Televîzyona Îranê ragihand ku teqîn li kargeheke çêkirina cebilxaneyên Wezareta Berevaniyê pêk hatiye.

Şêwirmendê Serokkomarê Îranê li ser Twitterê got "Ev hefteyek ne baş e ji bo rejîma nijadperest li hundir û derve. Tevî têkçûna Netanyahu û hevalbendên wî yên terorîst ên rojavayî yên li bakurê Iraqê, dê bertek nîşan bidin. Divê her du jî fêr bibin ku bi serneketinê re dê ceza were dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst