Komeleya Mafên Mirovan a Îranê li ser xwepêşanderên ku canê xwe dest dane daxuyaniyek da

29-12-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Komeleya Mafên Mirovan a Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan a Îranê amarên herî dawî yên qurbaniyên xwepêşandanên 3 meh û nîvên borî yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir û ragihand, 508 kes bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê û lêdan û îşkenceya di girtîgehê de canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ji wan kesên ku canê xwe ji dest dane 69 jê ji 18 salî biçûktir in û ji aliyê hêzên ewlehiyê û polîsan ve hatine kuştin, her wiha 66 endamên hêzên ewlehiyê jî di wê heyamê de hatine kuştin.

Komeleya Mafên Mirovan a Îranê diyar kir di sê 3 meh û nîvên ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 18 hezar û 666 kes ji aliyê hêzên polîsan û hêzên din ên ewlehiyê yê Îranê ve hatine desteserkirin ku nasnameyên 4 hezar û 137 kesan hatiye piştrastkirin û 667 ê wan xwendekarên zankoyê ne.

Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand, di 104 rojên borî de hezar 218 kombûn û xwepêşandan li 161 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst