Îran: Bersiva Îsraîlê dê li gorî tercîha Îranê were dayîn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Hesen Nasralah Libnan Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got, “Berteka dijî Îsraîlê dê di dema guncav de li gorî tercîha Îranê were dayîn."

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Alîkarê Serokkomar ê Berpirsê Karûbarên Stratejîk Mihemed Cewad Zerîf li nûnertiya Hizbulahê ya Tehranê beşdarî merasima bibîranînê ya ji bo Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah bû.

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Rojnamegerekî di merasimê de ji Mihemed Cewad Zerîf pirsek derbarê berteka muhtemel a Îranê ya dijî Îsraîlê kir.

Mihemed Cewad Zerîf li ser wê pirsê wiha got:

“Berteka dijî sûcên rejîma siyonîst dê di dema guncav de û li gorî tercîha Îranê were dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst