Fermandarê berê yê Supaya Pasdarên Îranê: Polîsan li serê Jîna Emînî dane

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî berê yê Supaya Pasdarên Îranê tomareke dengî li ser kuştina Jîna Emînî belav kir û tê de eşkere kir ku li serê Jînayê xistine.

Fermandarê berê yê Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Baqir Bextiyar, îro Pêncşemê 29ê Îlona 2022an tomareke dengî li ser YouTubeê belav kir ku tê de behsa çawaniya kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên polîsên Îranê ve hatiye kirin. Mihemed Baqir Bextiyar dibêje li gor zanyariyên pêbawer, li serê Jîna Emînî xistine û Hikûmeta Îranê dixwaze awayê kuştina wê ji raya giştî veşêre.

Mihemed Baqir Bextiyar di tomara xwe ya dengî de dibêje, “Ew ji dosyeya dadwerî ya Jîna Emînî ji aliyê hejmarek welatiyên xwedî wijdan ve hatiye agahdarkirin. Pizîşkên nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ji wan çavkaniyan re gotine; dema ku Jîna Emînî rakirin nexweşxaneyê, diyar bû ku lêxistine  û xwîna wê çûye hundirê wê. Pizîşkan ji bo ku wê xilas bikin hewl dane lê ew di dawiyê de ji ber ku hestiyê mêjiyê wê şikestiye canê xwe ji dest daye.”

Mihemed Baqir Bextiyar destnîşan kir, eger hikûmet bi aqil bûya û berpirsatiya kuştinê bigirta ser xwe û lêborîna xwe ji xelkê û malbata Jîna bixwesta, dê kêmtir bandor lê bibûya lê ji ber zêdecariyên desthilatdaran ev yek pêk nehat û xwepêşandan dest pê kirin.

Mihemed Baqir Bextiyar di beşeke axaftina xwe de diyar kir ku dirûşmên xwepêşanderan li ser rêberê Komara Îslamî ya Îranê ne û diyar dikin ku ew vê hikûmetê naxwazin lê hikûmet dibêje ew “bêrêziyê li pîrozbahiyan dikin” û hewla binpêkirina nerazîbûnan dide.

Mihemed Baqir Bextiyar her wiha anî ziman, “Ez ji we şerm dikim ku min demekê piştgirî da Komara Îslamî û niha jî di nav Komara Îslamî de kesên desthilatdar hene ku destkeftiyên gel bi awayekî nebaş bikar tînin.”

Mihemed Baqir Bextiyar yek ji yekem Fermandarên Supaya Pasdarên Îranê bû ku piştî mirina Ruhullah Xumeynî û hatina Elî Xamineyî gav bi gav ji Supaya Pasdarên Îranê vekişiya. Demekê fermandeyê Supaya Pasdarên Îranê li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bû û niha xanenişîn bûye û li Tehranê dijî.