Îbrahîm Reîsî bo Fuad Husên: Ewlehî û aramiya Iraqê bi rêya diyalogê dikare were parastin

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Duşemê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re hevdîtinek kir û jê re got ku "ewlehî û aramiya Iraqê" tenê bi rêya diyalogê û li gorî destûrê dikare were parastin.

Rêberê olî yê Şîeyan li Iraqê Kazim Haîrî ku wek merciyê olî yê Tevgera Sedr tê zanîn roja Duşemê ragihand ku wî biryar daye ku dest ji posta xwe berde lê divê hemû bawermend bi ya  Rêberê Olî yê Komara Îslamiya Îranê Ayetullah Elî Xamneyî bin ji ber ku ew herî hêja û jêhatî ye ji bo rêberiya milet.

Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr jî di 29ê Tebaxa 2022an de biryar da ku ji siyasetê vekişe, piştî wê yekê alîgirên wî li Bexdayê xwepêşandanek li dar xistin û derbasî nav Herêma Kesk a ku piraniya saziyên dewletê lê ne bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr kir ku xwepêşanderan ji saziyên hikûmetê vekişîne û bi xwe de biçe.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re hevdîtinek kir û spasiya Iraqê kir ji ber nêzîkbûna Îranê bi Erebistana Siûdî re kir ku dê ji bo ewlekariya herêmê sûdmend be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst