Mesûd Pizîşkiyan: Êrişa Îsraîlê ya li Libnanê dê xeletiyeke mezin be

Duh li 08:05
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran Îsraîl Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ew hişyarî anî ziman ku êrişa muhtemel a Îsraîlê ya li Libnanê dê xeletiyeke mezin be ku dê encamên wê yên giran hebin.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê ÎRNAyê, serokkomarê wî welatî, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li ser têlefonê axivî.

Di axaftinê de pêwendiyên her du welatan û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Pizîşkiyan ji Macron re ragihand ku Îran amade ye, pêwendiyên xwe yên bi Fransayê re li ser bingeha rastgoyî û pêbaweriyê xurt bike.

Pizîşkiyan her wiha behsa rageşiya li herêmê kir û diyar kir ku ew bi fikar e ku li ser sînorê başûr ê Libnanê rageşiya bi Îsraîlê re gur bibe.

Pizîşkiyan wiha got:

"Êrîşa rejima Siyonîst a dijî Libnanê dê xeletiyeke mezin be ku dê encamên wê yên giran hebin."

Serokkomarê Fransayê Macron jî diyar kir ku ew hêvî dike, di serdema hikûmeta nû de pêwendiya Îranê ya bi Fransa û welatên din ên Ewropayê re geştir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst