Li Îranê ji bo jinên bê hîcab cezayê zîndanê derket

30-07-2019
RÛDAW
Dibe ku ji salekê heta 10 salan bêne cezakirin.
Dibe ku ji salekê heta 10 salan bêne cezakirin.
Nîşan Îran Hîcab Jin Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ragihand, kesên ku dersoka (xawik) xwe bêxin û dîmenên xwe tomar bikin û di torên civakî de belav bikin, dê bêne cezakirin.

 

Mûsa Xezenferabadî da xuyakirin ku kesên wan dîmenan tomar dikin, hevkariya welatên dijî Îranê dikin, ji ber wê dê li ser vê mijarê bêne cezakirin.


Xezenferabadî diyar kir, tomarkirina dîmenên vîdyoyî ji aliyê keçan û jinan ve û şandina wan dîmenan ji bo çalakvana Îranî ya li Amerîkayê, Mesîh Elînijad, tawan e û kesên ku wê tawanê dikin, dê bêne sizadan.

 

Weke ew berpirsê Îranê dibêje, dibe ku cezayê wan jin û keçan, yek heta deh salan zîndan be. 


Mesîh Elînijad çalakvaneka Îranî ye ku taybet bi rewşa mafên jinan li Îranê dixebite û li Amerîkayê dijî. Mesîl Elînijad du kempînên mezin bi navê 'Azadiyên Veşartî' û 'Çarşembiyê Spî' li ser torên civakî organîze kiriye.


Xezenferabadî got: “Di yasayê de 3 made hene ku tomarkirina vîdyoyê weke tawan dide nasandin, yek ji wan baregehên leşkerî ye, ya din jiyana taybetî ya welatiyan e, ya sêyemîn jî hevkarîkirina li gel welatên dujmin e.

 

Kesên ku hicaba xwe rakin û vîdyoya xwe tomar bikin, an vîdyoya kesekî din tomar bikin û bişînin, li gorî madeya 508 a Yasaya Cezakirina Îslamî serederî ligel wan tê kirin, ku 1 heta 10 salan cezayê zîndanîkirinê heye.”

 

Li Îranê keç û jin li gor yasayên fermî yên welat, neçar in ku bi hicaba îslamî derkevin derve û ji bo şopandin û kontrolkirina hicabê, hikûmeta wî welatî çendîn hêz û saziyê weke Polîsê Asayişa Exlaqî û Tîmên Bangkirina Bo Başiyê û Dûrxistin ji Xirabiyê ava kirine.

 

Di wan salên dawî de, keç û jinên Îranê wêne û vîdyoyên xwe yên bê hicaba îslamî li ser torên civakî belav dikin, ku ew yek bûye sedema nerazîbûna berpirsên pilebilind ên hikûmeta Tehranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê