Hilbijartina Serokkomarê Îranê ma gera duyem

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Serokkomariya Îranê Mesûd Pizîşkiyan Seîd Celîlî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên 14emîn serdema serokkomariya Îranê de ti namzedekî ji sedî 50ê dengan bi dest nexist û serokkomar dê di gera duyem de were hilbijartin.

Gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Îranê dê 4ê Tîrmehê weri kirin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Îranê Muhsîn Îslamî ragihand 24 milyon û 535 hezar û 185 dengên rast hatine jimartin.

Li gorî gotina Muhsîn Îslamî, Mesûd Pizîşkiyan ku namzetê reformxwazan e 10 milyon û 415 hezar û 991 deng standine.

Sekreterê Encûmena Ewlehiyê ya Îranê yê berê Seîd Celîlî, 9 miliyon û 473 hezar û 298 deng standine.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf, 3 miliyon û 383 hezar û 340 deng standine.

Wezîrê Dadê yê berê yê Îranê Mistefa Pûrmihemedî, jî 206 hezar û 397 deng standine.

Li gorî zanyariyan, milyonek û 56 hezar û 159 deng jî şewitîne.

Li gorî madeya 117an a destûra Îranê, eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50ê dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.

Geram duyam a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were.

Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.

Muhsîn Îslamî amaje bi wê yekê jî kir ku encamên hilbijartinên gera yekem dê ji bo Encûmena Parastina Destûrê werin şandin û weri pesendkirin.

Gera duyem a hilbijartinan jî dê 5ê Tîrmehê di navbera namzetên herî zêde deng bi dest xistine de were kirin.

Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî dengên herî zêde standine.

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, nifûsa welat 88 milyon e û mafê dengdanê yê 62 milyon kesan heye.

Li gorî amarên ne fermî di gera yekem a hilbijartinan de rêjeya beşdariya xelkê ji sedî 40 bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst