Hilbijartinên Serokkomariya Îranê: Kî li pêş e?

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Serokkomariya Îranê Mesûd Pizîşkiyan Seîd Celîlî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê di hilbijartinên serokkomariya Îranê de Mesûd Pizîşkiyan bi 8 milyon û 302 hezar û 577 dengan li pêş e.

Herwiha Seîd Celîlî jî bi 7 milyon 179 hezar û 756 dengan di rêza duyem de ye.

Herjmartina dengên hilbijartinên 14emîn serdema serokkomariya Îranê berdewam in.

Li Îranê 4 namzed ji bo serokkomariyê hevrikiyê dikin.

Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Mesûd Pizîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.

Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartina ji sedî 40 e.

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, heta niha 19 milyon û 69 hezar û 713deng hatine jimartin.

Li gorî amrên destpêkê, Mesûd Pizîşkiyan bi  8 milyon û 302 hezar û 577 dengan di rêza yekem de ye.

Seîd Celîlî jî bi 7 milyon 179 hezar û 756 dengan di rêza duyem de ye.

Li aliyê din namzedên din Mihemed Baqir Qalîbaf bi 6 milyon û 676 hezar û 512dengan di rêza sêyem û Mistefa Pûrmihemedî jî 95 hezar û 172 dan di rêza çarem de ye.

Eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50î dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.

Geram duyam a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were.

Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst