Dema hilbijartinên Îranê hat dirêjkirin

29-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê ku îro dest pê kir, li çend bajar û parêzgehan dema wê hat zêdekirin û dengdan hêj berdewam e.

 

Îro înê 29ê Nîsanê ji saet 08:00 serê sibehî ve gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê li çendên parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.

 

Biryar bû hilbijartin heya saet 18:00ê êvariya îro berdewam bin, lê belê li çend bajar û navendên hilbijartinan dema hilbijartina û dengdanê hat dirêjkirin û proseya dengdana xelkê hêj berdewam e.

 

Hilbijartinên gera duyem li 43 navendên hilbijartina li Îranê û 12 navendên li Rojhilatê Kurdistanê birêveçûn.

 

Di gera yekem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê de ku di 26ê Sibat a îsal de birêveçûn, ji koma 20 kursiyên parlamentoyê çarenivîsa 222 kursiyan di gera yekem de hat diyarkirin û çarenivîsa 68 kursiyan jî ma bû hilbijartinên gera duyem ku îro hat lidarxistin.

 

Biryar bû hilbijartina sat 18:00 li gor dema Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi dawî were, lê belê dema dengdanê bo 3 saetan hatiye dirêjkirin.

 

Berpirsên Komisyona Hilbijartinan a Îranê ragihandine, ku ji ber beşdarbûna rêjeyeke zêde ya xelkê di gera duyem a hilbijartinan, dema dengdanê li çend bajêr û navendên hilbijartinan hatiye dirêjkirin.

 

 

Hilbijartinên gera duyem li 5 parêzgehên Luristan, Îlam, Kirmaşan, Sine û Ormiye yên Rojhilatê Kurdistanê birêve diçe û giringtirîn navenda hilbijartinan li cem Kurd ku hilbijartina têde birêve diçin, bajarê Ormiyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst