Îsfehan: Bi dronan êrîşî baregeha leşkerî kirin

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Îsfehan Drone
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsfehana Îranê li tesîsa berhemanîna cebilxaneyê ya Wezareta Berevaniyê teqînek rû da. Wezareta Berevaniyê ya Îranê diyar kir ku teqîn ji ber êrîşa 3 dronan pêk hatiye û di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku roja Şemiyê 28ê Çileya 2023an li Îsfehanê li navendeke leşkerî dengê teqîneke mezin hat bihîstin.

Hat ragihandin ku teqîn li tesîsa berhemanîna cebilxaneyê ya girêdayî Wezareta Berevaniyê pêk hatiye.

Parêzgariya Îsfehanê jî teqîn piştrast kir û ragihand ku ti ziyanên canî çênebûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Îranê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bi firokeyên bêmirov ên mîkro êrîş li tesîsa leşkerî hatiye kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Îranê di daxuyaniya xwe de got, “Li ser yek ji tesîsên berhemanîna ya Wezareta Berevaniyê bi bikaranîna dronên mîkro êrîşeke neserketî hat kirin. Bi tedbîrên parastinê dronek ji aliyê parastina hewayî ya tesîsê ve hate xistin û 2 firokeyên din jî di kemînên parastinê de hatin girtin û teqiyan.”

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de tu ziyanên canî çênebûne lê xisareke biçûk li banê tesîsê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst