Hunermendê Rap ê Îranî Amir Tataloo li Tirkiyê hat desteserkirin

29-01-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Îran Amir Tataloo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Îranê yê navdar Amir Tataloo li ser daxwaza polîsê interpola Îranê, li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Amir Tataloo ku navê wî yê fermî li Îranê Emîr Husêyn Meqsûdlû ye, li ser instagrama xwe vîdeoya dema desteserkirina xwe belav kiriye û ragihandiye, ku ew ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatiye desteserkirin. Di vîdeoyê de diyar dibe, ku kelepçe li destê wî dane.

Li gor zanyariyan, Tataloo di dema çûna ji Stenbolê ve bo Brîtanyayê hatiye desteserkirin.

Polîsê Îranê desteserkirina Tataloo piştrast kir û diyar kir, ku ji bo bultena sor hat derxistin û daxwaz ji Interpolê û aliyê Tirkiyeyî hat kirin ku wî desteser bikin.

Li gor agahiyan, Tataloo bi handa gencan bo bikaranîna madeyên hişber hatiye tometbarkirin û li ser wê esasê biryara desteserkirinê derbarê wî de hatiye dan.

Amir Tataloo dema li Îranê bû, gelek hewl da ku hikûmet rê bide wî konsêrtan saz bike, lê belê hewlên wî serkevtî nebûn. Herî dawî Tataloo sala 2019 ji Îranê derket û li Tirkiyê û li bajarê Strnbolê nîştecih bû.

Li hember desteserkirina wî, alîgir û hezkiriyên Tataloo li ser sosyal medyayê kempînek bi navnîşana Free Amir Tataloo dane destpêkirin û daxwaza azadkirina wî dikin.

Tataloo ku li ser piraniya laşê xwe tato çêkirine, di hilbijartinên serokomariyê yên Îranê de jî bû rojev. Di hilbijartinên herî dawî de, piştgirî dabû Êbrahîm Reyîsî, kandîdê ku rikeberiya serokomarê niha Hesen Ruhanî dikir.

Jiyan û karên wî hunermendê Îranî gelek caran bûye sedema balkişandinê û gencên Îranî gelek heyranî wî ne.

Li ser instagramê zêdetirî 2.5 milyon kes şopînerên wî hene û li Îranê gelek hezkirî ye.

Berî çend mehan Tataloo di posteke instagramê de daxwaz ji alîgirên xwe kiribû, ku eger ji wî hez dikin, 10 milyon komêntan jê re binivîsin, daku muzîk vîdeoya xwe ya nû belav bike,  û di encamê de xelkê Îranê zêdetir ji 16 milyon komênt jê re nivîsîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst