Şêwirmendê Xaminêyî: Ameîrka û Îsraîlê li dijî Îranê pîlaneke şer dest pê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serbazî yê Rêberê Îranê pêşniiyar dike, ku ji bo rûbirûbûna Amerîka û Îsraîlê, Îran bibe hevpeymanê Rûsya û Çînê.

 

Rehîm Sefewî ku berê Fermandeyê Supaya Pasdaran bû û niha Şêwirmenê Bilind ê Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xaminêyî ye, dibêje, Amerîka û Îsraîlê pêkhateya şerekê li gel Îranê dest pê kirine, û ji bo rûbibrûna wî şerî jî divê Îran bibe hevpeymanê dijberên nerîtî yên Amerîkayê, ku Rûsye û Çîn in.

 

Sefewî herwiha daye xuyakirin, Amerîka û Îsraîlê her du mijarên çalakiya mûşekî û hejmoniya Îranê li herêmê weke propaganda bi kar anîne ji bo guhertina raya giştî û handana welat û saziyên navdewletî li dijî Îranê.

 

Şêwirmendê Serbazî yê Rêberê Îranê destnîşan kiriye, divê Îran li gel Rûsyayê bibe hevpeyman, ji bo ku rûbirûyê pîlanên Amerîka û Îsraîlê bibe.

 

Îran û Rûsya di wan çend salên dawî de li hember geşedan û alozî û şerên ku li herêma Rojhilata Navîn çê bûne, siyaset û helwsêta wan nêzîkî hev bûye û bi taybt di mijara Sûriyê de, herdu welatan bi hemû awayekê piştgirî li hikûmeta Beşar Esed kirine û heta niha jî li ser wê helwêsta xwe berdewam in.

 

Ev daxuyaniya Rehîm Sefewî di demekê de ye, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Riyabkov çend roj berî niha ragihand, ku Rûsye hevpeymanê stratejîk ê Îranê nîne û Moskow pabendî parastina asayişa Îsraîlê ye.