Supaya Pasdaran daxuyaniya berdevkê xwe red kir: Tûfana Eqsayê ne tolhildana Qasim Silêmanî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Hisên Selamî got ku ti pêwendiya Tûfana Eqsayê bi tolhildana Fermandarê berê yê Feyleqa Qudisê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî nîne.

Hisên Selamî herwiah got ku ew operasyon di nava Filistînê de hatiye plankirin û ti kesî li derve destwerdan di vê operasyonê de nekiriye.

Berdevkê Supaya Pasdaran Remezan Şerîf duh got ku Tûfana Eqsayê, tolhildana kuştina Qasim Silêmanî bû.

Lê îro ev daxuyanî ji aliyê fermndarê giştî yê Supaya Pasdaran ve hat redkirin. 

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Hisên Selamî got ku tolhildana Qasim Silêmanî tiştekî cuda ye û dê di rewşa xwe ya taybet de bê kirin. 

Hisên Selamî diyar kir ku li Xezeyê ti karê wan bi fermandar û berpirsên kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis nîne. 

Selamî herwiha da xuyakirin ku “Eniya Parastinê” bi rêya bîr û baweriyên xwe bi hev re girêdyî ne lê her baskek li ser bingeha nasnameya xwe û bi cuda kar dike.

“Em her karekî bikin em dê bê tirs bêjin em in”

Fermandarê Supaya Pasdaran di heman demê got ku êrişa “Tûfana Eqsayê”  û “ Tolhildana Qasim Silêmanî”  du tiştên cuda ne û wiha domand:

“Em  hêzêke fermî û xwedî desthilat in, dema ku me firokeya bê firokevan a Amerîkayê xist xwarê û me çekdarên Amerîkî girtin me dîmenên wan nîşan dan.

Dema ku me êrişî Eyn Esedê kir me got, dema ku me li Hewlêrê, Navenda Zayûniyan ji nav bir me got. Em her karekî bikin em dê bê tirs bêjin em in.”

Fermandarê Supaya Pasdaran ku îro li bajarê Tehranê, di merasîma cenazeyê Seyîd Rezî Mûsewî de axivî û got:

“Em dê tola wî fermandarî bistînin û berdêla wê jî jinavbirina rejîma zayûnî dibe.” 

Fermndarê Feyleqa Qudisê ya Supaya Pasdaran Seyîd Rezî Mûsewî 25ê Kanûna Pêşînê di encama êrişa Îsraîlê de li Sûriyeyê hatibû kuştin.