Îranê seferên xwe yên asmanî yên li Beyrûtê betal kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Îranê seferên xwe yên asmanî yên li Beyrûta paytexta Libnanê ji ber êrişên Îsrîalê betal kirin.
Îranê ragihand ku Iran Aira şirketa rêhewayê ya neteweyî heta danezaneke duyemîn seferên xwe yên Beyrûtê betal kirin.
Li gorî televîzyona dewleta Îranê, Berdevkê Iran Airê Husam Qurbanelî got ku "Heta danezaneke din hemû seferên şirketê yên biçin Beyrûtê hatin betalkirin."
Husam Qurbanelî ragihand eger sefer ji nû ve dest pê bikin dê saetên firînê ji nû ve bên diyarkirin.
Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.
Rêxistina Hizbulaha Libnanê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê kuştina Hesen Nasralah piştrast kir.
Ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê ragihand ku di êrişa asmanî ya Îsraîlê de Fermandarê Hêza Qudisê ya Pasdaran a Îranê General Abbas Nîlfiroşan li Beyrûtê hatiye kuştin.