Îranê seferên xwe yên asmanî yên li Beyrûtê betal kirin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Iran Air Geştên Asmanî Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê seferên xwe yên asmanî yên li Beyrûta paytexta Libnanê ji ber êrişên Îsrîalê betal kirin.

Îranê ragihand ku Iran Aira şirketa rêhewayê ya neteweyî heta danezaneke duyemîn seferên xwe yên Beyrûtê betal kirin.

Li gorî televîzyona dewleta Îranê,  Berdevkê Iran Airê Husam Qurbanelî got ku "Heta danezaneke din hemû seferên şirketê yên biçin Beyrûtê hatin betalkirin."

Husam Qurbanelî ragihand eger sefer ji nû ve dest pê bikin dê saetên firînê ji nû ve bên diyarkirin.

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Rêxistina Hizbulaha Libnanê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê kuştina Hesen Nasralah piştrast kir.

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê ragihand ku di êrişa asmanî ya Îsraîlê de Fermandarê Hêza Qudisê ya Pasdaran a Îranê General Abbas Nîlfiroşan li Beyrûtê hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst