Îran: Em heta pêngavên bi bandor ên Herêma Kurdistanê nebînin operasyon dê berdewam bin

28-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supay Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşek û dronan binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê kirine armanc. Supay Pasdaran herwiha dibêje ku “Em heta pêngavên bi bandor ên rêvberiya Herêma Kurdistanê nebînin operasyonên me dê berdewam bin.”

Qerargeha Hemze ya Hêzên Mûşekî ya Supay Pasdaran a Îranê ragihand ku sibeha îro Çarşembê 28ê Îlona 2022an hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhialtê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kir.

Qerargeha Hemze ya Hêzên Mûşekî ya Supay Pasdaran dide zanîn ku di êrişê de sûd ji mûşekên cûreya 360 û dronan wergirtine.

Supay Pasdaran, partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi yekê tohmetbar dike ku hewl didin "serhildanekê" biafirînin, ji ber vê yekê jî weke Supay Pasdaran dest bi operasiyoneke leşkerî kirine û hîn jî berdewam e.

Derbarê operasyonê de Supay Pasdaran a Îranê herwiha peyamekê arasteyî berpirsên Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ev operasyon dê berdewam bin  heta ku em pêngavên bi bandor ên berpirsên Herêma Kurdistanê bibînin.”

Îranê îro 28ê Îlona 2022yan  bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin. 

Derbarê qurbaniyên êrişan de Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşên mûşekî û bi dron ên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê gihîşte 7 kesan û herî kêm 24 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst