URMIYE - Helîkoptera leşkerî ya Îranê ket

28-09-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Helîkopter
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê helîkopetreke leşkerî ya Îranê kete xwarê û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Medyayên Îranê belav kirine, ku îro pênşemî helîkopetereke leşkerî ya wî welatê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ketiye xwarê.

 

Cîgirê hemahengkarê hizrî-siyasî yê Biryargeha Devera Bakur-Rojavayê Artêşa Îranê, Kerîm Hisênnijad derbarê bûyerê de ragihandiye, helîkoptereke 214 a artêşê ku mijûlî ceribandinê bû, îro li Urmiyê ketiye xwarê.

 

Kerîm Hisênnijad got, ew helêkopter di encama hebûna kêmasî û pirsgirêkên teknînkî de ketiye xwarê.

 

Bi gotina Hisênnijad ew helîkopter li cihê bicihbûna xwe tûşî bûyerê bûye, lê neda xuyakirin, ku cihê bicihbûna wê kuder bûye.

 

Wî berpirsê Artêşa Şraqmê destnîşan kir, ku di encama ketina wê helîkoptera cengî de kesek miriye û 2 kesên din jî birîndar bûne.

 

Kerîm Hisênnijad da xuyakirin, ku tîma firokevanî ya helîkopterê ji 3 kesan pêkhatibû, ku berpirsê teknîkî yê firînê di bûyerê de canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst