Artêşa Îranê bi tundî gef li DAIŞê xwar

28-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îranê bi tundî gef li DAIŞê xwar û ragihand, eger rêxistina  terorîstî ya DAIŞê li nav Iraqê de nêzîkî sînorên Îranê bibe ew dê li nav Iraqê de êrişî wê rêxistinê bikin.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê Ehmed Riza Pûrdestan, eşkere kir ku hêzên bejayî yên Îranê li ser sînorê rojava yên welatê hatine bicihkirin û got, me sînorê xwe bihêz kiriye.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Pûrdestan gef li DAIŞê jî xwar û wiha axivî: “Em nahêlin rêxistina terorîstî ya DAIŞê nêzîkî sînorê me bibe. Em bi temamî amade ne li dijî wê rêxistinê şer bikin.”

Wî rayedarê leşkerî yê Îranê diyar kir ku eger çekdarên DAIŞê li nav Iraqê de bixwazin êrişî Îranê bikin ew dê li nav kûrahiya Iraqê de li wan bidin.

Beriya Pûrdestatn, alîkarê Odeya Operasyonan a Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî jî bi tundî gef li DAIŞê xwaribû û gotibû, çekdarên DAIŞê niha li nav parêzgeha Diyale ya Iraqê de 40 kîlomeran dûrî sînorê me ne lê heta niha ji vê yekê nêzîktir nebûne çimkî quwesta me dizanin.

Ev cara yekê ye Artêşa Îranê li dijî DAIŞê daxuyaniyê dide ji ber ku heta niha tenê hêzên parastina şoreşê ku jê re dibêjin Sipaha Pasdaran, kevirê DAIŞê li singe xwe dixist!


DAIŞê jibilî girtina beşek mezin ji bakur û rojavayê Iraqê, beşek mezin ji parêzgeha Diyale ya Iraqê jî ku bi Îranê re hevsînor e, xistiye destê xwe.

Li Îranê her çiqas Artêş wek hêzeke netewî bê dîtin jî lê her tişt di destê Sipahê de ye û Artêş tenê sînoran diparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst