Îranê rojnamegereke Îtalî desteser kir

27-12-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê Cecilia Sala Rojnameger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê ragihand ku rojnamegereke Îtalyayî li Îranê hatiye desteserkirin.

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê li ser girtina rojnameger Cecilia Salayê ya ji aliyê Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê da zanîn ku rojnamegera Îtalî Cecilia Sala li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Cecilia Sala berî 9 rojan hatiye desteserkirin û di odeyeke yekkesî de tê girtin.

Balyozê Îtalyayê yê Îranê îro danê sibehê ew dîtiye.

Cecilia Salaya 29 salî ji bo rojnameyeke Îtalyayê dixebitî û podcast amade dikirin.

Kompanyaya tora medyayî ya Îtalyayê jî da zanîn ku Cecilia Sala 12ê mehê bi vîzeya kar çûye Îranê.

Biryar bû 20ê mehê vegere Îtalyayê lê 19ê mehê li Tehranê hatiye desteserkirin.

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê her wiha destnîşan kir ku ew li pey wê yekê ne ku sedema desteserkirina Cecilia Sala bizanin.

Berpirs û navendên fermî yên Îranê heta niha ti daxuyanî li ser desteserkirina Cecilia Salayê nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst