Li Îranê herî kêm 10 çiyager ji ber aşûtê mirin

27-12-2020
Nîşan Îran Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê ji ber aşûtê li çiyayên bakurê Tehranê 10 çiyageran jiyana xwe ji dest dan  û 7 çiyanger din hêj winda ne. Herwiha 14 çiyager jî hatine rizgarkirin.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku li Çiyayên Elburzê ku dikeve bakurê Tehranê aşût bi ser grûpek çiyager de ket.

Li gor daxuyaniyê termê 9 çiyageraan li cihê bûyerê hate dîtin û  kesekî din jî di dema veguhestina bo nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha hat ragihand ku heta niha herî kêm 7 çiyager wenda ne.

Roja Înê 25ê Kanûna 2020an ew çiyagr ku derdora 100 kesan bûn çûne çiyayên bakurê Tehranê, lê di nav aşût û bagerê de asê mabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst