Elî Xamineyî: Xwepêşandan metirsîdar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî, xwepêşandanên li wî welatî weke, "komployeke metirsîdar" bi nav kirin û diyar kir tevî ku xwepêşandanên berfireh hatine encamdan lê hêzên ewlekarî û Supaya Pasdaran rewş kontrol kirine û rûbrûyê aloziyan bûne.

Li gor medyayên Îranî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi boneya ‘Hefteya Hêza Milîs (Besîc)’ li Tehrana paytexta wî welatî gotarek pêşkêş kir.

Elî Xamineyî derbarê xwepêşandanên li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê îddîa kir ku ew xwepêşandan ji ‘hinek’ aliyan ve hatine fînansekirin û ragihand, “dijminên Îranê hewlên xwe dane ku mijara bilindkirina nirxên banzînê bikarbînin û tevlihevî û kuştinê li Îranê pêk bînin, lê gelê Îranê rê li ber wê pilana xerab girtiye.”

Xamineyî pesna hêzên emnî û Besîc ên wî welatî da ku destwerdan di xwepêşandanan de kirine û got ku rewş hatiye kontrolkirin û “dijminan paş de gav avêtine”.

Xelk li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê roja 15ê Mijdarê piştî biryara zêdekirina bihayê benzînê li seranserê wî welatî, nerazîbûn nîşan dabûn û xwepêşandanên berfireh birêve çûbûn.

Lêborîna Navdewletî jî ragihandibû ku di xwepêşandanên Îranê de 143 kes hatine kuştin, lê Îran ev yek red kir û ragihand, bi tenê çend kes hatine kuştin û derdora hezar xwepêşander hatine girtin.