Li Îranê 10 leşker hatin kuştin, Ceyşul Edlê êriş kiriye

22 demjimêr berê
Nîşan Îran Leşker Kuştin Sîstan û Belûçistan Ceyşul Edl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ceyşul Edlê eşkere kir ku wan êrişa doh a li Îranê pêk aniye.

Doh li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê 10 leşkerên Îranê hatibûn kuştin.

Ceyşul Edlê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku wan ev êriş kiriye û wan li Teftanê karwanekî leşkerî kiriye hedef.

Berdevkê Teşkîlata Ewlehiyê Seîd Muntazerul Mehdî got, wan endamekî Ceyşul Edlê desteser kiriye ku di çalakiyê de xwedîrol bûye.

Li hêla din, piştî êrişê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê şîna giştî hat ragihandin.

Ceyşul Edl komeke Sunî ye, dibêje ku ji bo mafên Beluçiyan têdikoşe.

Ceyşul Edl bi taybetî li başûrrojhilatê Îranê, li ser sînorê Pakistanê gelek caran êrişan encam dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst