AMNESTY: Li Îranê di 6 mehan de 251 kes hatine darvekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya lêborîna navdewletî (Amnesty) raporek derbarê zêdebûna darvekirinê li Îranê belav kir, dibêje ku di şeş mehên yekem ê sala 2022an de bi kêmanî 251 kes hatine darvekirin.

Li gorî vê raporê 146 kes bi tawana kuştinê hatine bidarvekirin, 86 kes bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber hatine bidarvekirin, di nava pêkhateyên neteweyî de herî zêde Belûç hatine darvekirin ew jî 65 kes bûne ku 38 kes ji wan tometa bazirganiya bi madeyên hişber bi ser wan de hatiye sepandin.

Lêborîna navdewletî sala  2021an li darvekirina 314 kesan di nav Îranê de tomar kiriye û îsal di 6 mehan de 251 kes hatine darvekirin, her îro du jin li girtîgehên Urmiyê û Sineyê bi thmeta ku hevjînên xwe kuştine hatine darvekirin.