Îran: Ti danûstandin di navbera me û Amerîkayê de nîne

27-05-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Danûstandin Ebas Iraqçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Bo Karûbarên Siyasî, Ebas Iraqçî ragihand, ti danûstandinên rasterast û nerasterast li gel Amerîkayê nayên kirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji Japonê ve amadebûna xwe bo danûstandinên li gel Îranê anî ziman.

 

Ebas Iraqçî roja bihorî di daxuyaniyeke rojnamevanê de red kir ku ti danûstandinên rasterast an jî nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de çê bin. Iraqçî got, lê li Tengava Hurmuzê di çarçoveya rêzgirtina li hevdu û berjewendiyên hevbeş, ew amade ne ku peywendiyên baş û erênî li gel tevaya hevpeymanan û hejmareke welatên navçeyê encam bidin.

 

Iraqçî diyar kir ku Îran naxwaze li navçeyê alozî hebin û got, bidawîkirina dorpêça li ser Îranê û parastina berjewendiyên aborî yên welatên navçeyê, dê bibe garantiya aramiyê.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê got: “Me ti gotûbêjeke rasterast û nerasterast li gel Amerîkayê nabin, lê belê em amade ne danûstandinê li gel hemû welatên Kendava Farsê bikin, li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiya beramber.”

 

Piştî tundtirbûna nakokî û aloziyên navbera Amerîka û Îranê di maweya meha bihorî de û egera derketina şer di navbera herdu welatan de, çend welatên Rojhilata Navîn û welatên din ên cîhanê amadebûna xwe nîşan dan, ku navbeynkariyê di navbera Tehran û Waşingtonê de bikin, lê belê heya niha ne Amerîka û ne jî Îranê bi fermî bersiva daxwaza wan welatan nedaye.


 


Pêştir Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî jî zanyariyên ku ji zarê berpirsekî hikûmeta Kuwêytê di derbarê destpêkirina danûstandinên navbera Amerîka û Îranê de hatibûne belevkirin, red kiribû û gotibû, ti danûstandinek di navbera herdu welatan de nehatiye kirin.

 

Li aliyekê din Serokê Amerîkayê Donald Trump ku bi serdanekê li Japonê ye, piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Japonê Şînzo Abê, derbarê Îranê de daxuyanî da û diyar kir, eger Tehran amade be, Waşington ji bo danûstandinê amade ye.


 


Trump got: “Di vê baweriyê de me ku Îran hez dike gotûbêj û danûstandin hebe, eger ew bixwazin, em jî jibo danûstandinê amade ne. Ti kes naxwaze bînerê bûyereke karesatbar be, bi taybet ez.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst