Li Tehranê li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê êrîş: kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tehran a paytexta Îranê kesekî bi çek êrîşî Balyozxaneya Azerbaycanê kir û di encmaê de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Sibeha îro Înê 27ê Çileya 2023, kesekî bi çeka otomatîk êrîşî avahiya Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê kir.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihandiye, di encama êrîşê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê Polîsê Tehranê, Hisên Rehîmî derbarê êrîşê de ji ajansa Tasnim a nêzîkî Supaya Pasdaran re gotiye, kesê ku sibeha îro êrîşî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê kir, hatiye desteserkirin û lêpirsîna bi wî re berdewam e.

Hisên Rehîmî ragihandiye, "kesê êrîşkar bi du zarokên xwe yên biçûk re derbasî nav avahiya Balyozxaneya Azerbaycanê bûye û bi çekê teqe kiriye, ku di encam de kesek hatiye kuştin û 2 kes birîndar in."

Bi gotina Berpirsê Polîsê Tehranê, di lêkolînên destpêkê de kesê êrîşkar gotiye wî ji ber sedemên kesî û malbatî êrîş kiriye.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê êrîşa li dijî balyozxaneya xwe ya li Tehranê piştrast kiriye û ragihandiye, sibeha îro demjimêr 08:30 kesekî bi çeka ji corê Klaşînkofê êrîşî beşa ewlehiyê ya balyozxaneyê kiriye

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Azerbaycanê de tê gotin, êrîşkar Berpirsê Asayîşa Balyozxaneyê kuşt û du pasevanên balyozxaneyê jî birîndar bûne ku rewşa wan baş e.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê diyar kiriye, lêkolîn derbarê êrîşê de dest pê kiriye û hûrgiliyên derbarê êrîşê de dê paşê ji raya giştî re bên aşkerekirin. 

Herwiha nasnameya kesê êrîşkar nehatiye zanîn û nehatiye diyarkirin ku xelkê kuderê ye.

Balyozxane dê bê valakirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Azerbaycanê Ayhan Hacîzade diyar kir ku ew êrîşê bi tundî şermezar dikin û ji hikûmeta Îranê xwestiye ku êrîşkar û teşwîqkeran eşkere bike.

Ayhan Hacîzade herwiha got: “Hikûmeta Azerbaycanê plan dike ku di demek nêzîk de Balyozxaneya xwe ya li Tehranê vala bike.”