Li Îranê keçên Besîc xwe bi kuştiyan mar dikin

26-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îran Besîc Kuştî Markirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê hejmarek keçên endamên rêxistina Besîc, xwe weke markirî û destgirtiyên kuştiyên Komara Îslamî ya Îranê didin nasîn û diçin ser gorên wan û li gor gotina wan peywediyên wan ên rûhî li gel wan hene.

 

Belavbûna vê mijarê karvedaneke mezin li Îranê bi xwe re anî. Berpirsa Rêxistina Besîc a Jinan dibêje ku ev tişt bi plankirî nehatiye çêkirin û ew keçên ku vê yekê dikin, tûşî wehm û tevliheviya derûnî bûne.

 

Keçeke li ser gora kuştiyekî Îranî yê şerê navbera Îran û Iraqê tê dîtin, ku tevî beriya kuştina wî kesî ew nedîtiye û malbata wî jî nas nake, lê hevbeşbûna bîr û baweriya wan piştî çendîn salan ew aniye goristanê. Hejmarek ji keçên Besîc ên Îranê, xwe bi xwe bi kuştiyên Komara Îslamî ya Îranê mar dikin û dibin destgirtiyên wan.

 

Li goristanên gelek bajar û bajarokên Îranê, hikûmet beşeke goristanê bi navê beşa şehîdan veqetandiye. Kuştiyên leşkerî û sivîl ên ser bi desthilatê di wê beşê de têne veşartin. Berî niha jinên Besîcî salane carek du caran goristanên wan paqij dikirin, lê niha peywendiya rûhî jî li gel wan dikin. Keçên Besîcî diçin ser gorên wan û li gor gotinên wan, peywendiya rûhî li gel rûhê kuştiyan pêk tînin û xwe weke dergistiyên wan didin nasîn.

 

Ev mijar li medyayên Îranê gelek deng veda. Piştî ku bi awayekî cidî henek û rexne li vê yekê hat kirin, Rêxistina Besîc a Jinan ragihand ku xwemarkirina keçên Besîc bi şehîdan, pêngaveke plankirî û bi armanc nîne û kesên ku vê yekê dikin, tûşî wehm, xemgînî û tevliheviya derûnî bûne.

 

Besîc yek ji pênc hêzên sereke yên Supaya Pasdaran e û weke hêza Supaya Pasdaran a li nav xelkê têne nasîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst