Xamineyî: Divê xwepêşander bêne cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî di civîna bi hêzên Besîc re careke din gef li xwepêşanderan xwar û red kir ku bi wan re danûstandinê bike û daxwazên wan bicîh bîne. Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji hêzên Besîc kir ku hewla tepeserkirina xwepêşanderan bidin û diyar kir, pêwîst e xwepêşanderên ku ew bi “serhildêr û terorîst” bi nav dike, bên cezakirin.

Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî îro di civîna xwe ya bi komeke Besîciyan re, xwepêşandan wek “negirîng” bi nav kir lê bal kişand ser wê yekê ku “divê ev tiştên negirîng jî bên çareserkirin” û rûbirûbûna xwepêşanderan “yek ji karên herî girîng ên Besîc” bi nav kir.

Elî Xamineyî careke din xwepêşander wek destên welatên din bi nav kir û got, “Ew di hewlên xwe yên berê de bi ser neketin lê niha dixwazin bi awayekî din vegerine meydanê.”

Îro destpêka hefteya 11emîn a xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye ku xwepêşandan di 17ê Îlona 2022an de piştî veşartina cenazeya Jîna Emînî dest pê kirin. Jîna Emînî ya 22 salî ya ji Seqizê, ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve, bi tometa ku xwe bi başî negirtiye hat girtin û bi îşkenceyê canê xwe ji dest da.

Malbata wê dibêje ku ew di dema girtinê de bi lêdanê hatiye kuştin. Pizîşkê dadwerî yê Îranê ragihand, Jîna Emînî ji ber nexweşiyeke xwe ya berê canê xwe ji dest daye.

Ev bûyer di dîroka 43 salên Komara Îslamî ya Îranê de bû sedema nerazîbûnên bêmînak. Li gorî Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan, heta niha 448 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê berê jî hişyarî dabû ku divê dawî li xwepêşandanan were. Roja 19ê Mijdara 2022an, Elî Xamineyî gef li xwepêşanderan xwaribû.

Xamineyî îro got, “Meydana şer ne qada şerê çar şelafên li ser cadeyan e, helbet ev nayê wê wateyê ku em çavên xwe ji xwepêşanderan re bigirin, divê hemû serhildêr û terorîst bên cezakirin, ti guman li ser vê yekê nîne.”

Xamineyî bang li Besîciyan kir û anî ziman, “Divê ev çalakî bên çareserkirin. Ev yek ji girîngtirîn erkên Besîcan e, ango şerê li dijî serhildêran.”

Besîc hêzeke ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve ye û di şikandina xwepêşandanan de rol lîstiye.

Rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê, xwepêşander bi welatên din û bi taybetî Amerîkayê ve girê dide û dibêje, wan welatan berê jî di çarçoveya rêkeftina etomî de hewl dabûn Komara Îslamî ya Îranê bitewînin lê bi ser neketin û niha jî dixwazin bi awayekî din vegerin meydanê û aloziyan çêkin.

Xamineyî her wiha anî ziman, “Hinek dibêjin ji bo ku alozî bi dawî bibin divê pirsgirêkên xwe yên bi Amerîkayê re çareser bikin an jî divê dengê gel bibihîsin. Dengê dilêriya gel di 13ê Cotmeha îsal de hat bihîstin.”

Roja 4ê Mijdarê li Îranê wek roja xwendekaran tê naskirin û alîgirên hikûmetê her sal di vê rojê de dimeşin.