Li Merîwanê efserekî parastina sînor hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên sînorî yên Merîwanê ser bi parêzgeha Sine, piledarekî Hêzên Sînorparêz ên Îranê di encama şerekî de li gel grûpeke çekdar hat kuştin.

Li gor raporta polîs, piledarekî  Hêzên Sînorparêz ên Îranê yê bi navê Mihemed Resûl Hatemî ku xelkê Kirmaşan e, şeva Çarşemê di dema lêgerîn û kontrolkirinê de li navçeyên sînorî yên Îranê hatiye kuştin.

Malpera Polîsê Îranê ku ew nûçe belav kiriye, aşkere nekiriye ku şer û pevçûn li gel kîjan grûpê rû daye.

Di heyama 8 mehan de nêzikî 30 serbaz û efserên Hêzên Sînorparêz ên Îranê di encama pevçûnan de li gel grûpên çekdar li navçeyên sînorî hatine kuştin û ji wê hejmarê 22 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Li aliyê din ji bo kontrolkirina sînoran hikûmeta Îranê hewl dide sûd ji teknolojiya nû werbigire.

Ye`qûb Rezazade, Endamê Komîsyona Asayişa Niştimanî li Parlamentoya Îranê, dibêje, komîsyona wan projeyasayekê gotûbêj dike da ku hêzên serbazî  yên parastina sînoran bihêztir bike û projeyasa jî dê bo parlamentoyê bê şandin.

Ev projeyasa ji çend sal berê tê lêbelê hatibû paşguhkirin û Rezazade dibêje, “Me daxwaz ji fermandarên polîs û hêzên parastina sînor kiriye, pişka budce, pirsgirêk û astengan di projeyasaya budceya sala bê ya Îranê de bixin ber destê parlamentoyê.”

Ehmed Elî Guderzî, Hêzên Parastina Sînor ên Îranê, berî niha gotibû, projeyek ji bo kontrolkirin û çavdêriya tund a sînoran di destê wan de ye ku sala bê dikeve warê cîbicîkirinê.