Îranê kuştina 2 leşkerên xwe ragihand

Hewler (Rûdaw) – Artêşa Îranê diyar kir ku di êrişên Îranê de 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Artêşa Îranê li ser êrişên Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.

Artêşa Îranê di daxuyaniyê de piştrast kir ku 2 leşkerên wan hatine kuştin û wiha got:

“Ji ber êrişên şeva borî artêşa Îranê ji bo parastina ewlehiya Îranê û nehiştina ziyanên gel û parastina berjewendiyên me li hemberî êrişa rejîma cinayetkar a Siyonîst 2 endamên xwe feda kir.”

Artêşê Îranê navê kuştiyan eşkere nekir lê li gorî agahiyan navê yekî ji wan Hemze Cehandîd e û di bombebarana li bendera Mahşehra parêzgeha Xuzistanê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî îro serê sibehê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

Îsraîlê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên Îsraîlê wekî bersiva êrişên çend mehên dawî yên Îranê yên li dijî xaka Îsraîlê li dijî armancên leşkerî yên Îranê dest bi bomberanan kirine.

Li aliyê din, artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku sîstema parastina asmanî li hemberî erişan “serkeftî” bûye, xisareke sivik gihiştiye hin cihan û lêkolîn didomin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî yên Îlam, Xuzistan Tehranê hatine armanckirin.