Li Şîraz a Îranê êrîşî mezargeheke olî hat kirin: Gelek kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dadê ya Îranê ragihand, 3 kesan li Şîraz a Îranê êrîşî Gora Seyîd Ehmed Mûsa Kazim kirin û di encama êrîşê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne, her wiha 2 kes jî hatin desteserkirin.
Li gorî medyaya Îranê îro Çarşemê 26ê Cotmeha 2022an li bajarê Şîrazê di demjimêr 17:45an de hejmarek çekdar di nav otomobîlekê gule li Mezargeha Şah Çirax reşandine û herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dane.
Berpirsê siyasî û ewlekariyê yê parêzgeha Farsê Îsmaîl Muhbîpûr ji ajansa fermî ya Îranê re ragihand, ew êrîş terorîstî bûye û di encama gulereşandinê de 27 kes jî birîndar bûne.
Berî niha medyaya Îranê ragihandibû ku 3 çekdaran ew êrîş pêk anîne û 2 ji wan hatine desteserkirin.
Fermandarê Polîsê parêzgeha Farsê Reham Bexş Hebîbî ji ajansa Mêhrê re ragihand, êrîş ji aliyê kesekî ve hatiye kirin û bi birîndarî hatiye girtin, niha lêkolînê li ser dikin.
Ajansa Mêhr ji çavkaniyên tenduristiyê ragihand, hejmara kuştiyan 13 kes û birîndar jî 21 kes in ku rewşa 2 ji wan ne baş e lê ajansa nûçeyan ya Mizanî ya Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îranê ragihand ku 15 kes hatine kuştin.
Mezargeha Ehmed ê Mûsayê Kazim ku bi navê Şah Çirax jî tê naskirin li navenda bajarê Şîrazê ye.