Li Îranê di nava aloziyên kujer de girtina rojnamevanan berdewam e

26-09-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Girtina Rojnamevanan Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên azadiya çapemeniyê roja Duşemê di dema banga xwe ya ji bo serbestberdana rojnamevanan de ragihandin ku bi dehan rojnamevanên ku xwepêşandanên kujer li Îranê radigihînin hatine girtin.

Piştî ku keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqê”e hat kuştin li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nerazîbûn û xwepêpandan dest pê kirin. li ser vê yekê Hikûmeta Îranê înternetê birrî û bi dehan rojnamevanên ku xwepêşandanan dişopînin hatine girtin.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ) got “Piştî mirina Mahsa Emînî 14 rojnamevan di nav xwepêşandanên neteweyî de hatine desteserkirin. Em daxwaz ji rayedarên Îranê kir ku tavilê rojnamevanan berdin û herikîna azad a agahiyan dabîn bike.”

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, ragihand ku jimara rojnamevanên girtî derketiye 18an.

Divê rayedarên Îranê demildest hemû rojnamevanên ku ji ber şopandina mirina Mahsa Emînî û xwepêşandanên piştî wê hatine girtin serbest berdin.

Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê CPJ Şerîf Mensûr got “Divê rayedarên Îranê hemû rojnamegerên ji ber ku mirina Masha Emînî û xwepêşandanên ku piştî wê derketine kirine nûçe hatine girtin demildest berdin.Divê hêzên ewlekarî yên Îranê tedbîrên xwe yên zordar li dijî rojnamevanên ku vê çîroka krîtîk vedibêjin berdin û gihandina înternetê ya ku ji bo agahdarkirina raya giştî girîng e dabîn bike.”

CPJ ragihand, di nav rojnamevanên girtî de nûçegihana Shargh Dailyê Nîlûfer Hemîdî ya ku di nav rojnamevanên yekem de bû ku raporkirina nexweşxaneya Jîna Emînî ragihand, roja pêncşemê hat binçavkirin.

Mêrê Nîlûfer Hemîdî, Mihemed Hussein Ajorlou bêdengiya xwe şikand û ji bo ronîkirina girtina jina xwe zivirî ser twitterê, got ku di dawiyê de destûr hat dayîn ku roja Duşemê pêwendiyek têlefonê bi wê re bike. Nîlûfer Hemîdî di girtîgeha navdar a Êvîn a Îranê de tê ragirtin.

Mihemed Hussein Ajorlou di tweeta xwe de got “Roja pêncşemê berî nîvro, ajanên Wezareta Îtilaatê bi ser mala me de girtin û hevjîna min (Nîlûfer Hemîdî) desteser kirin û piştî lêgerîna li malê, dest danîn ser hemû alavên elektronîkî yên me herduyan, di nav wan de telefon û laptop jî hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst