Hikûmeta Îranê gotegota ‘alîkariya darayî ya bo xelkê’ red kir

26-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê red kir ku bi helkefta meha Remezanê alîkariya darayî bide welatiyan.

Hejmarek medyayên navxwe yên Îranê belav kiribûn ku hikûmeta wî welatî dê bi helkefta Meha Remezanê alîkariyeke darayî pêşkêşî xelkê bike.

Li gor nûçeyê, hikûmet dê bi qasî 150 hezar tûmenî bide her welatiyekî Îranî ku navê wan di lîsteya wergirtina alîkariyên darayî de heye ku ku li Îranê jê re “Yarane” tê gotin.

Piştî belavbûna wê nûçeyê di medyayên navxwe yên Îranê de, berpirsekî hikûmeta Îranê ew nûçe derewand û red kir ku ti planeke hikûmetê ya bi wî awayî hebe.

Berdevka Rêxistina Armancdarkirina Yaraneyan, Tayyibe Husêynî ragihand, ew nûçe ne rast e û hikûmetê ti biryareke wiha nedaye ku bi boneya Meha Remezanê pereyê kaş bide xelkê.

Tayyibe Husêynî got, pereyê Yaraneya meha yekê ya bihara îsal dê di dema xwe de dê biçe ser hesabên bankî yên xelkê, lê ti biryarek ji bo dayîna 150 hezar tûmenên zêde nehatiye dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst