Kurdek dibe Cîgirê Serokkomarê Îranê

26-01-2023
RÛDAW
Nîşan Serokkomarê Îranê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokomarê Îranê bo karûbarên parlamentoya Îranê bêyî agahiya wî ji kar hat dûrxistin û li şûna wî Kurdek hat destnîşankirin.

Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Parlamentoyê Seîd Mihemed Husênî roja Çarşemê 25ê Çileya 2023an, gotegotên li ser guhertina çend wezîrên kabîneya Îbrahîm Reîsî red kir lê êvara heman rojê ew ji kar hate dûrxistin.

Malper û rojnameyên xwecihiyên Îranê ragihandine, “Hikûmetê parlamenterê Kurd ê Kirmaşanî Îbrahîm Ezîzî wek Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Parlamentoyê destnîşan kir.”

Endamê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî roja Çarşemê nameya îstifaya xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir.

Îbrahîm Ezîzî di sala 1963an de li Kirmaşanê ji dayik bûye, di dema serokatiya Mehmûd Ehmedînejad de cîgirê serokkomar bo karûbarê geşepêdan û sermayeya mirovî bû û di sala 2007an de jî cîgirê serokkomar bo plansaziya stratejî û çavdêriyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst