Dozgerê Giştî yê Îranê: Hicab fermana xwedê ye û bêhicabî tawan e

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgerê Giştî yê Îranê, Mihemed Ceifer Muntezirî derbarê gotegota hin guhertinên di yasaya hicabê de li Îranê ragihand, Hicab fermana xwedê ye, divê jin hicabê biparêzin û tekez kir, bê hicabî tawan e.

Muntezirî derbarê wêya de ku gelo hicab pirseke kesî ye yan na, diyar kir, “Di çarçoveya malê de kesî ye, jinek di mala xwe de hicabê neparêze giliya me tune ye, lê li cihên giştî ne pirseke kesî lêbelê pirseke civakî ye. Lewra di civakeke piranî Musilman de nerast e ku jin xwe nîşanî xelkê bidin û hicabê neparêzin. Yasayê jî pirsa hicabê kiriye neçarî.”

Dozgerê Giştî yê Îranê da xuyakirin, “Yasaya Îranê dibêje, di nav sînorên Komara Îslamî ya Îranê de hicab neçarî ye, wate ne pirseke kesî ye. Jinên ne Musilman jî divê li cihên giştî pabendî heman yasayê bin û hicabê biparêzin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Muntezirî got, “Bêhicabî tawan e, divê hicab were parastin, eger neyê parastin û rewş bigehîje qonaxa tawanê, dezgehên pêwendîdar hene dê derbarê mijarê de erkên xwe cîbicî bikin.”

Piştî bûyera jidestdana Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî ku di meha Îlona îsal de bi hinceta neparastina hicabê li Tehranê hatibû desteserkirin, xwepêşandanên li dijî hikûmeta Îranê dest pê kirin ku zêdetirî 100 rojan bi ser de derbas bûne û yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderan dijayetîkirina hicaba neçarî ye.

Ji wê demê ve beşek ji jinan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarên mezin, pabendî qanûna hikûmeta Îranê ya bo hicabê û cilên jinan li cihên giştî nabin û bê dersok û hicaba îslamî diçin bazaran û cihên giştî.