Îtîraza rapbêjê Kurd a li dijî darvekirina xwe hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Îranê îtîraza rapbêjê Kurd Saman Seydî Yasîn ê ku di xwepêşandanên Jîna Emînî de hatibû girtin û cezaya darvekirinê lê hatibû birîn, qebûl kir û cezaya darvekirinê ya ji bo xwepêşanderekî din qebûl kir.

Dadgeha Bilind di serî de ragihand ku hem îtîraza rapbêjê Kurd Saman Seydî Yasîn û hem jî îtîraza xwepêşanderê din Mihemed Kabadlo qebûl kiriye lê ajansa nûçeyan a Mîzan a girêdayî dadgehê ragihand ku tenê îtîraza rapbêjê Kurd Saman Seydî Yasîn hatiye qebûlkirin.

Di nûçeya ajansê de ku sererastkirina beşa peywendiyên giştî ya Dadgeha Bilind a Îranê hatiye kirin de, hat gotin ku “Îtiraza Mihemed Kabadlo nehat qebûlkirin, îtîraza Saman Seydî Yasîn jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin.”

Di maddeya ku wekî hinceta îfadeya ewil kêmasiyên di lêpirsîna dozê de hat binavkirin, hat diyarkirin ku biryar ji bo ji nû ve lêkolînê ji dadgehê re hatiye şandin.

Kabadlo bi kuştina efserekî polîs û birîndarkirina 5 kesên din di xwepêşandanan de tê tawanbarkirin.

Rapbêjê Kurd Saman Seydî Yasîn ê ku li ser newekhevî, zordarî û bêkariyê muzîkê dike, bi hewldana kuştina hêzên ewlehiyê, şewitandina çopê û gulereşandinê tê tawanbarkirin. Rapbêjê Kurd Saman Seydî Yasîn tawanbariyên li ser xwe red dike.

Dayika Saman Seydî Yasîn hefteya borî ji bo rizgarkirina kurê xwe bi vîdeoyekê alîkarî xwestibû û gotibû, “Li ku dera cîhanê we dîtiye ku kesekî ku ti jê hez dikî ji bo çopê dawî li jiyana wî bînin?”

Li gorî Amnesty herî kêm ji bo 26 kesan cezaya darvekirinê tê xwestin

Beriya 10 rojan Dadgeha Bilind biryar da ku cezaya darvekirinê yê Mahan Sedrat ku di dema xwepêşandanan de bi kêrkirina efserekî ewlehiyê û şewitandina motorsîkletekê dihat tawanbarkirin, taloq bike.

Amnesty International bal kişande ser wê yekê ku Hikûmeta Îranê daxwaza cezaya darvekirinê ji bo herî kêm 26 kesan dike û amaje bi wê yekê jî dike ku ew kesên ku cezaya îdamê li wan hatiye birîn ji mafên xwe parastina baş û gihandina parêzerên ku ew bi xwe hildibijêrin bêpar in.

Heta niha li Îranê xwepêşander Muhsîn Şikarî yê 23 salî û Mecîd Riza Rahneverd ê 23 salî hatine darvekirin.