Li Îranê daxwaza Akademiya Zimanê Azerî hat kirin
Navenda Nûçeyan - Parlamenterê Tebrîzê yê Meclisa Îranê Ehmed Elî Riza Beygî diyar kir, parlamenterên Azerî yên li meclisê daxwaz kir ku Akademiya Zimanê Azerî were avakirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Parlamenterê Tebrîzê yê Meclisa Îranê Ehmed Elî Riza Beygî di axaftina vekirinê ya Şahiya Aşiqên Navneteweyî de wiha got: "Parlamenterên eyaleta Azerbeycanê di daxwaza xwe de rijd in ku hikûmet Akademiya Zimanê Azerî veke."
Beygî destnîşan kir ku akademiya navborî ji bo parastina mîrata çand, huner û edebiyatê ya xelkên Azerî yên li welêt girîng e wiha pê de çû: “Divê hikûmet giringiyê bide avakirina hikûmetê. Em dê wek parlamenter mijarê bişopînin."
Li bajarê Tebrîzê bi navê "Aşiq bi Pêxemberê Şefqetê ra Yek Deng in" duh bernameyek hat lidarxistin û ji Tirkiye, Îran, Azerbeycan û Gurcistanê nêzî 300 aşiqan beşdarî Şahiya Aşiqan a Navneteweyî bûne û biryar e şahî heta sêşemê berdewam be.