Rojnamevana ku yekemîn wêneyê Jîna Eminiyê belav kiribû, dîsa çû pêşberî dadwer

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehranê duyemîn rûniştina dadgehê ya rojnamevana Îranî Nîlûfer Hamidiyê ku yekem wêneyê Jîna Emîniyê yê berî mirinê û dema ku li nexweşxaneyê di komayê de bû belav kir, hat lidarxistin.

Doza wê rojnamevanê li Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin û parêzerên wê di civîna dadgehê de amade bûn.

Hevjînê Nîlûfer Hamidî, Mihemed Hisên Acurlû di twîttekê de ragihandiye, îro duyemîn rûniştina darizandina Nîlûfer Hamidî hat kirin û îfadeya wê ya dawî jê hat wergirtin.

Mihemed Hisên Acurlû diyar kir, di civîna dadgehê de parêzeran jî parastina muewkilê xwe kirine.

Acurlû herwiha got, Nîlûfer Hamidî di civîna îro ya dadgehê de gotiye ku ew weke rojnamevan bi karê xwe şanaz e û li bendê ye ku derbarê dosyeya wê de biryar were dayîn.

Yekemîn rûniştina dadgehkirina Nîlûfer Hamidiyê 30ê Gulana 2022yan hatibû kirin.

Nîlûfer Hamidî, rojnamevana rojnameya Şerqê ya Îranî ye ku yekemîn wêneyê Jîna Emîniyê yê dema ku li nexweşxaneyê di komayê de bû, belav kir.

Ew rojnamevan 22yê Îlona 2022yan li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin û bo girtîgeha Êvînê hat veguhastin.

Têkildarî canjidestdana Jîna Emîniyê û bûyerên piştî wê, rojnamevaneka din a bi navê Êlahe Mihemedî jî hatiye desteserkirin.

Êlahe Mihemedî di rojnameya Hem-Mîhen a Îranî de dixebitî û di merasîma cenazeyê Jîna Emîniyê de hevpeyvînek bi bavê wê Emced Emînî re kiribû û di rojnameyê de weşandibû.

Her du rojnamevanên girtî bi îdiaya “hevkariya bi hikûmetên dijmin re, beşdariya di dijayetîkirina ewlehiya neteweyî de û propagandaya li dijî dewletê” hatine tometbarkirin.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî 13ê Îlona 2022yan li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê yê Îranê bi tohmeta “cilûbergên wê ne li gorî hîcaba îslamê ne” hatibû desteserkirin û piştî ku bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû.

Emced Emînî bavê Jîna Emîniyê wê demê ji Rûdawê re ragihand, keça wî di dema desteserkirinê de ji aliyê hêzên polîs ve rastî lêdanê hatiye û ji ber wê jî canê xwe ji dest daye.

Piştî canjidestdana Jîna Emîniyê pêleke xwepêşandanên nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê dest pê kiribû ku çend mehan dom kir û bi zora hêzê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat tepeserkirin.

Tevî ku malbata Jîna Emîniyê li Dadgeha Tehranê doz vekiriye jî heta niha derbarê dozê de ti biryar nehatiye dan.

Parêzerê dozê, Salih Nîkbext berê ragihandibû ku hikûmet û desthilata dadê ya Îranê rê nade ku ew dosyeyê bibîne, herwiha rê nayê dan ku komîteyeke bêalî lêkolînê li ser sedema canjidestdana wê keça Kurd bike.