Wezîrê Derve yê Îranê îstifa kir

26-02-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Wezîr Mihemed Cewad Zerîf
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser rûpela xwe ya fermî ya di tora civakî ya Instagramê de ragihand ku dest ji kar berdaye.

 

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebad Mûsewî ev yek piştrast kir ku Cewad Zerîf dest ji posta xwe berdaye.

 

Mihemed Cewad Zerîf li ser Instagramê nivîsiye, roja dayîk û jidayîkbûna Fatime Zehra pîroz be, bi sedema nebûna şiyanan di posta Wezareta Derve ya Îranê de, ew daxwaza lêborînê dike. Bi vê nivîsê jî, malpera fermî ya hikûmeta Îranê û medyayên din yên Îranê piştrast kirin ku Zerîf dest ji karê xwe berda.

 

Beriya 2 rojan, Miheme Cewad Zerîf daxwaz ji Kora Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî kir ku rastbîn bin û projeyasayên FATF pesed bikin.

 

Ev di demekê de ye ku dijberên FATF di wê Korê de gelek in. FATF mercê Yekîtiya Ewropa ye ji bo Îranê ku mîkanîzma piştgiriya bazirganî li gel Îranê bixe warê cîbicîkirinê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst